Cezayê mêrê li dijî du zarokan êrîşa zayendî kir hat kêmkirin

  • 12:45 16 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Heyeta dadgehê ya ku 18 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li mêrê bi navê E.S. yê ku li dijî du zarokan êrîşa zayendî pêk anî birî, piştre ji ber "rewşa baş" a êrîşkar cezayê ku birî daxist 15 salî, 7 meh û 15 rojan. 
 
Li Gazîosmanpaşaya Stenbolê zarokên 9 salî û 11 salî yên xwişkên hev, di 25'ê îlona 2017'an de serî li navenda polîsan dabûn û diyar kiribûn ku ji aliyê bavê xwwe E.S. ve bi êrîşa zayendî re rûbirû dimînin. Zarokan di heman demê de anîbûn ziman ku bavê wan ew bi dayika wan jî tehdît kirine. Li gorî îdanameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat amaekirin, hat aşkerakirin ku dayik ji bûyerê li qereqolê agahdar bûye û li E.S. yê êrîşkar gilî kiriye. E.S. jî diyar kiriye ku ji bo hevjîna wê xwestiye xwe jê berde derew li wî kiriye û sûcdariyên derbarê xwe de red kirin. Piştî ku li kincê yek ji zaroka bi êrîşê re rû birû ma şopên aîde E.S. hatin tespîtkirin, dozger derabarê E.S. de ji sûcê "Îstîsmara zayendî" doz vekir.
 
Bi zextên ku ahtin kirin îfade hat guhertin
 
Di daneşîna ku li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin de, dayika zarokan diyar kir ku ew nebûye şahidê bûyereke bi vî rengî û îfadeya ku berê dabû paşve kişand. Parêzerê zarokan jî diyar kir ku dibe dayika zarokan ji aliyê malbata bersûc ve hatibe tehdîtkirin û îtîrazî guhertina îfadeyê kir. Herwiha parêzer diyar kir ku rapora krîmînal jî heye û ji ber ku temenê zarokan zêde ne mezin e tiştekî wiha nikarin xeyal bikin û li hev bînin.
 
Dozgerê daneşînê jî diyar kir ku doza hevberdana dayik û bavê zarokan piştî ku zarokan gilî kiriye bi 3 mehan hatiye vekirin û xwest ku bersûc ji ber êrşa zayendî ku li zarokên xwe kiriye bê cezakirin.
 
Bersûc sûcdarî red kirin
 
Bersûcê ku li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di daneşîna biryarê ya dozê de xwe parast sûcdariyên derabrê xwe de red kirin û tehliyeya xwe xwest.  Parêzerê Wezareta Malbat û Polîtîkayên civakî jî diyar kir ku mexdûr ne di rewşa ku bi derewan sucdar bikin den e û xwest ku bersûc bê cezakirin.
 
Ceza hat kêmkirin
 
Heyeta dadgehê ku diyar kir sûcê ku hatiye kirin li ber çavan e û ji bo bersûc bi sûcdariya "li zarokên xwe di demên cuda cuda de êrîşa zayendî kiriye" 18 sla û 9 meh cezayê girtîghê birî.  Herwiha heman heyetê bi îdaya "rewşa baş" a bersûc ya tevgera wî ya li dadgehê cezayê birî daxist 15 sal , 7 meh û 15 rojan.