Lêpirsîna derbarê mirina Husniye Doruk de bi mehane qet pêş neketiye

  • 09:12 16 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Husniye Doruk a li gundê Rihanî ya Sîlopiyê bi îdiya întîxar kiriye, bi guman jiyana xwe ji dest da û der barê mirina wê de lêpirsîna hatiye destpêkirin, bi mehane qet pêş neketiye.
 
Li Gundê Rihanî yê Silopiyaya Şirnexê, di 15’ê Mijdara 2017’an de  jina bi navê Husniye Doruk bi îdiaya întîxar kiriye jiyana xwe ji dest da û di lêpirsîna wê de tu pêşketin tuneye. Di otopsiya di meha Çileyê de hat amadekirin de di serê wê de 3 gule, di çîpa wê jî guleyek hat tespîtkirin. Derbarê mirina wê de 4 kes hatin girtin û derbarê rapora otopsiyê de di lêpirsînê de tu pêşketin çênebû. Dozgeriyê jî der barê lêpirsîna ku biryara veşariyê anîne daxwaza demê kir û heta niha îfadeya 20 kesî hat girtin.
 
Di encama îfade û lêkolînên hatine kirin de li ser zarok û malbata hevjînê wê şopa barutê nehatiye dîtin, kesên îfadeya wan hatiye girtin jî gotine şeva bûyerê deng nebihistîne. Gumanbarên îfadeya  wan hat girtin ji bo pirsên ‘şeva bûyerê hûn li ku bûn?’ jî bersiva ‘Em li ser erd an jî li derve dixebitin’ dan. Dozgerî li ser kuştinek bi plankirî disekine û tê gotin ku kesên çek bikar anîne jî ji bo deng neyê bihîstin dengbir bi kar anîne.
 
Dayika Husniyeyê jî got ku keça wê berê bi dehan carî hatiye tehdîdkirin û got keça wê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye.