Derbarê JINNEWS'ê de serîlêdana sûc hat kirin

  • 10:40 14 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
AMED - Saziya Teknolojiyên Agahiyê 8 caran sîteya ajansa me asteng kir û nûçeyên ku hatine hilweşandin wekî hincet nîşan da û li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serîlêdana sûc kir. Dozgeriyê serîlêdana sûc wergerand dozê.
 
Ajansa me JINNEWS bi dirûşma "Bi pênûsa jinê di şopa heqîqetê de" di 25'ê Îlona 2017'an dest bi weşanê kir. Ajansa me ji roja ku dest bi weşanê kir heta niha ji aliyê Saziya Teknolojiyên Agahiyê ve 8 caran hat astengkirin. Saziya Teknolojiyên Agahiyê nûçeyên ajansê wekî "Propagandaya rêxistinê" pênase kir û li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serîlêdana sûc kir. Dozgeriyê serîlêdana sûc wergerand dozê. Piştî serîlêdana sûc derbarê Mudura Nûçeyan Safiye Alagaş de lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya wê hat girtin
 
Safiye Alagaş di çarçoveya lêpirsînê de çû Muduriyeta Emniyetê ya Amedê û îfade da. Safiyeyê anî ziman ku ew bêtir derbarê jin û zarokan de nûçeyan diweşînin û got:"Hemû kesên ku em nûçeyên wan çê dikin û nêrînan ji wan digirin jin in. Bi taybet em balê dikişînin ser jiyana jinên ku mexduriyetê dijîn. Em çîrok û serkeftina jinan dikin nûçe. Armanca me ew e ku em di vir de balê bikişîn ser jiyana zarok û jinan a ku tê tengkirin. Di êrîşên li ser Efrînê de jin û zarok hatin mexdûrkirin. Armanca me ew bû ku em balê bikişînin ser zarok û jinan."
 
Rûniştina yekem dê di 11'ê Berfanbarê de bê dîtin
 
Dozgeriyê derbarê Safiye Alagaş de bi îdiaya "Propagandaya Rêxistinê" îddianame amade kir. Rûniştina îdianameya ku ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat qebûlkirin dê di 11'ê Berfanbarê de bê dîtin. 
 
Hemû tiştên derbarê nûçeyan de sûc hat qebûlkirin
 
Dozgeriyê di îdianameyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên endamên YPJ'ê yên ku jiyana xwe ji dest dane, nûçeyên derbarê Efrînê de û hinek nivîsên ku di Pênûsa Jinê de hatiye parvekirin wekî sûc qebûl kir.