Îdianameya Feyruz Pulat ev saleke tuneye: Mufetîş rapora lêkolînê teslîm nekir

  • 09:13 14 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Feyruz Pulat a ducanî piştî êşa wê dest pê dike radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û ji ber doktorê welîdînê ya jinan tuneye bi pitika xwe ya 8 mehî re jiyana xwe ji dest da. 
 
Îdianameya wê ev saleke nehatiye amadekirin. Rapora lêkolînê ya dozger xwestiye jî ji aliyê mufetîşê ku wezaretê peywirdar kiriye jî ev saleke nehatiye teslîmkirin.
 
Jina bi navê Feyruz Pulat a 28 salî ku 8 mehî ducanîbû li nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji ber pisporê welîdîna jinê tunebû jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyer derket holê lêpirsîn hat destpêkirin û derket holê ku Feyruzeyê bi pitikê re du saetan bende bijîşk maye. Îdianameya wê jî tevî ku salek derbas bûye hîna nehatiye amadekirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku li ser gilîkirina malbatê hat dest pê kirin de dosyayek hat amadekirin. Dozgerê bi dosyayê re eleqeder bû tevî dosya xwestiye bi mehane nehatiye dayîn. Hat hînbûn ku mufetîş jî ev salek raporê teslîm nake.