Cezayê girtîgehê yê li Zuhal Olcay birîn hat erêkirin

  • 16:38 12 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
STENBOL - 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê ku bi îdîaya “Heqaret li Serokkomar kir” li Zuhal Olcay hatibû birîn li Daîreya Cezayê 2’yemîn a Dadgeha Edlî ya Herêma Stenbolê hat erêkirin. 
 
Dadgeha Cezayê Eslî ya 46’emîn a Anadoluyê, 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê ku bi îdîaya “Heqaret li Serokkomar kirin” li hunermend Zuhal Olcay birîbû, li Daîreya Cezayê 2’yemîn a Dadgeha Edlî ya Herêma Stenbolê hat erêkirin. Bi vê biyarê re misoger bû ku Zuhal dê bikeve girtîgehê.