Doza Silopiyayê hat taloqkirin

  • 15:45 12 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - 4'emîn danişîna doza derbarê 2 polîsên, li Taxa Karşiyakayê ya navçeya Silopiya Şirnexê, panzêr li xaniyê malbata Yildirim qelibandin û du birayên hev ên malbata Yildirim kuştin, bi dawî bû. Doza ku derbarê 2 polîsan de hatibû vekirin, hat taloqkirin. Tuncay Taşdemîrê ku wekî yê ferman daye hat nîşandan, di îfadeya xwe de berpirsiyarî kir hustê Mudurê Emniyetê yê Navçeyê. 
 
Di 3'yê Gulana 2017'an de li Taxa Karşiyakayê ya navçeya Silopiya Şirnexê, polîsan bi panzerê di nîveka şevê de, li xaniyê malbata Yildirim qeliband û panzêr ket hundirê xanî. Di bûyerê de du biyarên hev Furkan ê 6 salî û Muhammedê 7 salî di bin panzêrê de hiştin û qetil kirin. 4'emîn danişina doza der barê polîsê ajokar Omer Yegît û amîrê wî Murat Maden de li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hatibû vekirin, bi dawî bû. Bavê herdu zarokan Mesut Yildirim, Parêzerên Baroya Şirnexê, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmir û gelek parêzer û rêveberên HDP-DBP'ê beşdarî rûniştinê bûn. 
 
Daxwaza parêzeran hat redkirin û doz hat taloqkirin.