Leyla Guven nehat berdan!

  • 13:53 11 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
AMED - Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan  (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ku ji ber bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê dan  û bi hinceta xeabtên xwe yên di nava KCD'ê de di 31'ê Çileyê de hat girtin daneşîna doza wê ya 2'emîn li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di ecama dîtina dozê de derbarê Leylayê de biryar hat dayîn ku rewşa wê ya girtî berdewam bike.