Dadgerê biryara berdana Leyla Guven da rapor girt

  • 11:56 11 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
AMED - Serokê Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê yê di 29’ê Hezîranê de biryara berdana Parlametera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dayî, ji bo 3 rojan rapor girt û beşdarî danişîna Leylayê nebû. 
 
Heveroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 22’ê Çileya 2018’an de hat binçavkirin û di 31 Çile de bi îdiaya “Rêxistina çekdar avakirin û birêvebirinê”, “Propaganda rêxistinê kiriye”, “Gel beşdarî civîn û xwepêşandanên dij qanûnî kiriye” û “Endama rêxistinê ye” hat girtin. Bi giştî ji 25 salan heta 46 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ji Leylayê re tê xwestin. Danişîna doza Leylayê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hat dîtin. Piştî Leyla ji bo parlamenteriya HDP’ê ya Colemergê hat hilbijartin, parêzerên Leylayê ji bo berdana wê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê dabûn. Dadgehê bi yek dengî di 29’ê Hezîranê de biryara berdana Leylayê dabû. 
 
Serokê Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê Galîp Akpinar ê di 29’ê Hezîranê de biryara berdana Leylayê dayî, ji ber rapora 3 rojan girtî, îro beşdarî danişîna nebû. Vê yekê rê li ber nirxandinên li serokê dadgehê Galîp Akpinar tê kirin, vekir.