Mêrê îstîsmara zayendî kir xwe parast: Ez xesandî me

  • 17:49 10 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
Hîkmet Tunç
 
WAN - Daneşîna doza mêrê bi navê O.B. yê ku li dijî zaroka astengdara mêjî êrîşa zayendî pêk anî di 16'ê mehê de wê bê dîtin. Parzer Dîlan Kunt diyar kir ku bersûc xwe bi gotina "ez xesandî me" parastiye û ev tişt got: "Di lêkolîna ku hat kirin de derket holê ku kesên xesandî jî dikarain heman sûcî bikin. Ger ku em bêdeng  nemînin û bertek nîşan bidin ew ê ev sûc nikaribe bê kirin."
 
Daneşîna doza mêrê bi navê O.B. yê  70 salî ku li dijî zaroka astengdara mêjî ya 14 salî di salî di sala 2015'an de êrîşa zayendî pêk anîbû wê di 16'ê Tîrmehê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin. Li ser serlêdana malbata zarokê  ku li saziyê jinan hatibû kir parêzer Dîlan Kunt bi awayê dildar doz girtibû. 
 
Dîlan a ku pêvajoya îstîsmarkirina zarokê vegot ev  tişt anî ziman :"Zaroka me ji ber ku di sala 2015'an de zêde xwîn jê çûbû  hatibû dermankirin. Lê li ser hişyariya derdorê ku ji malbatê re hatibû gotin bibin cem mela û heciyan bila lê bixwînin, bavê zarokê  O.B. yê ku hem dixwend û hem jî derman amade dikir nas dike .Ev mirov dem bi dem muwekîla min derman dike. Lê ji ber ku zêde xwîn ji muwekîla min diçe di sala 2017'an de ji malbata wê re tê gotin ku bişînin Stenbolê. Li Stenbolê doktor ji bo ku wê muayene bike ji malabtê destûrê dixwaze. Piştî muayeneya tê kirin derdikeve holê ku muwekîla min bi êrîşa zayendî re rûbirû maye. Muwekîla min jî wê demê dibêje ku ew ji sala 2015'an de ji aliyê O.B. ve bi êrîşa zayendî re rûbirû maye." 
 
'Di îfadeya ewil de sûcê wî tê îspatkirin'
 
Dîlan di berdewamiya axafitna xwe de anî ziman ku piştî sûcê êrîşkar aşkera bû wan lêpirsîn daye destpêkirin û ev tişt  got. "Piştî ku dosya hat Wanê di serî de O.B. hat girtin û piştre jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Piştî ku dayik, xwişk û birayên muwekîla min jî îfade dan daneşîna yekem a doza ku O.B. jî tê darizandin hat dîtin û O.B. hat girtin. Bersûc bi gotinên ku ez hemû rayedarên dewletê nas dikim û ew derman kirine derbarê xwe de agahî dan û sûcê xwe îtîraf kir. "
 
Ji bersûc parastina 'ez xesandî me'
 
Dîlan diyar kir ku li dijî sûcdarkirinê bersûc bi gotinên 'ez hecî me, mela me' xwe parastiye û di berdewamiyê de wiha got: "Bersûc di parstina xwe de herî dawî diyar kir ku ew xesandî ye. Ji ber ku li wanê saziyeke vê îspat bike tune bû rapor şandin Trabzonê. Derbarê vê de gelek hevdîtinên me çêbûn û di encamê de derket holê ku kesê xesandî jî dikare vî sûcî bike. Ji ber vê em di wê baweriyê dene ku em ê dozê bi dest bixin."
 
 
'Wê cezayê îstîsmarê nemîne'
 
 
Dîlan diyar kir ku çiqes dem di ser re derbas bibe bila bibe ew ê bersûc bê cezakirin û wiha dirêjî da axftina xwe: "Li gel ku bûyer di sala 2015'an de pêk hatiye doz di 2018'an de hatiye vekirin. Heta ku em li dijî êrîşên zayendî derkevin ew ê kesên vî sûcî dikin bê ceza nemînin."
 
Dîlan di dawîya axafitna xwe de hemû jin vexwendin daneşînê û ev tişt got: "Di demên dawîn de dema ku em li dijî êrîşên zayendî yên li dijî zarokan ku tên kirin bêdeng nemînin wê ev sûcên ku tên kirin bê ceza nemînin û kesên ku vî sûcî dikin ewê bi hêsanî nikaribin bikin."