3 sal ceza ji rojnameger Canan Coşkun re hat xwestin

  • 12:18 10 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Ji nûçegihana rojnameya Cumhuriyetê Canan Coşkun re bi boneya darizandina parêzerên binçavkirî yên li dozgeriyê kir nûçe, 3 sal cezayê girtîgehê xwestin. 
 
Di lêpirsînek li dijî DHKP-C’ê de parêzerên binçavkirî di 20’ê îlona 2017’an de derxistin dozgeriyê. Nûçegihana rojnameya Cumhuriyetê Canan Coşkun jî darizandina parêzeran a li dozgeriyê kir nûçe. Derbarê Cananê de bi îdiaya “kesên li dijî terorê têkoşîn dane hedef nîşan daye” doz lê hat vekirin. Danişîna dozê ya duyemîn li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. 
 
Dozger di danişînê de mutala xwe da û xwest Cananê bi 3 salan bê cezakirin. Cananê û parêzerên xwe ji bo dikaribe derbarê esasê de parastina xwe bikin ji dadgehê daxwaza demê kirin. 
 
Heyeta dadgehê daxwaz qebûl kir û danişînek din taloqî 19 tîrmehê kir.