Eren Keskîn: Min xwest piştevaniya Ozgurlukçu Demokrasî bikim

  • 15:49 9 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Eren Keskîn a ku ji ber Hevgerînendetiya Weşanê ya Ozgurlukçu Demokrasiyê bike tê darziandin û îro derket pêşberî darazê wiha got: "Min ji bilî çeka polîs tu çekên din nedîtine. Li welatê ku Alaatîn Çakici 'Mahkumê qederê' ye ji bo me dibêjin 'terorîst'. Ez bawer im wê dîrok ne me wan darizîne."
 
Danişîna doza Hevgerînendeya Weşanê ya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku bi KHK'ê  hat girtin Eren Keskîn  û Mudura Karên Nivîsan Reyahan çapan û xebatkarên Rojanameyê li  14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. 
 
Di danişînê de Eren û parêzerên xwe amade bûn. Gelek kesên din jî doz şopanhdin. Eren, parastin kir û got: "Min xwest ku ez pitevaniya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê bikin. Lê ez wekî terorîst têm darizandin. Min di temenê xwe de ji bilî çeka polîsan çek neditiye. Kesekî wekî Alaattin Çakici ji doza 'mahkûmê qederê' tê darizandin. Lê ez 'terorist' têm darizandin. Daraz ne serbixwe ye. Min wekî kes dadgeha we neanî ziman. Min bi tevahî bahsa darazê kir."
 
Piştî parastinê heyeta dadgehê navber da û piştre bi daxwaza dosya Keskîn bi dosya doza li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê tê dîtin re bikin yek bê lekolînkirin doz taloqî 9'ê Cotmehê kir.