Danişîna doza Nisêbînê tê dîtin

  • 14:37 9 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Sêyemîn, danişîna doza 53 kesên di qedexeyên derketina derve ya Nisêbînê de hatibûn girtin, hat dîtin. Girtiyan di danişînê de bertek nîşanî tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan. 
 
Sêyemîn danişîna doza 53 kesan ên di dema qedexeyên derketina derve ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê de yên di 26’ê Gulana 2016’an ji navçeyê hatin derxistin û girtin, li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Mêrdînê hat dîtin. Danişîn li avahiya edli ya beşekê wî ji bo salona Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) hatî veqedandin hat dîtin. Girtiyên li girtîgehên Tokat û Erziromê anîn danişînê. Biryar hat dayîn ku girtiyên din bi rêya SEGBÎS’ê parastin bikin.
 
Ji xizmên giriyan tenê 10 kes girtin hûndirê salona danişînê. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk û Hevseroka HDP’a Bajêr Eylem Amak beşdarî danişînê bûn. 
 
Piştî tespîta nasnameyê girtî Osman Bozkurt parastin kir û bertek nîşanî tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da. Osman, diyar kir ku tim sîrgûnê girtîgehên cuda tê kirin û wiha got: “Di sîrgûnan de ez rastî heqaretan têm. Ji ber ku dayîka  min nexweş e nikare bê hevdîtina  min. Ev salek û nîv e li girtîgeha Bandirmayê dimînim. Malbata min nikarî bê hevdîtina min. 
 
Pirsgirêkên min ên tenduristiyê heye, lê tedawiya min nakin. Niha jî nikarim nefesê bigirim. Ez bêhnê jî nastînim. Difna min zirar dîtiye. Ji ber van sedeman dixwazim sewqî Mêrdîn an jî Amedê bêm kirin.” Osman, da zanîn ku piştî sewqa wî hat kirin dê parastina xwe bike.
 
Girtî Hamît Acur ê ji Girtîgeha Tîpa T a Tokatê anîn danişînê parastin kir û  wiha axivî: “Ez tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar û bi lanet dikim. Darizandina me ne adîlane ye. Gelek hevalên me ne anîne danişînê. Em nikarin bi parêzerên xwe re baş hevdîtin bikin û em pirsgirêkan dijîn. Li ser em tim êrîş hene. Gava em ez hatim binçavkirin rastî îşkenceyê hatim. Diran û difina min şikandin. Fitîq di stûyê min de derket û hîna jî nayêm derman kirin. Di canê gelek hevalên me de parçeyên şarapnelê hene. Ne derman didin wan û ne jî tên tedawîkirin. 3 salin dixwazim bêm dermankirin, lê heya niha tu bersiv ji bo min nehatiye dayîn. Min parastina xwe  amade nekir. Di vê kelegerma havînê de 12 saetan em bi rê hatin. Min xwest bijîşik rapor bide. Lê ji min re gotin ‘Talûkeya jiyana te tuneye, ji ber vê yekê tu dikarî werî.’ Gelo ez ê dibin van şert û mercan de çawan parastinê bikim? Di danişîna bê de ezê xwe biparêzim.”
 
Piştî parastina Acur Prz. Zuhat Bîlen jî, parastin kir û wiha bilêv kir: “Di qedexeyên derketina Nisêbînê de trajediyên pir mezin hatin jiyîn. Di pêvajoya 40 salan de, bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bûyera niha em dijîn jî, parçeyekê vê pirsgirêkê ye. Ez difikirim ku di vê dozê de, ‘hiqûqa dijminantiyê’ tê birêve birin. Di îdîanemeyê de, girtî berpirsên polîsê di qezaya trafîkê de mirî jî, tên dîtin. Girtî di   îdîanameyek bêserûber hatî amedekirin de tên darizandin. Niha kes nikare îdîa bike ku yek muwekîlê min jî endamê rêxistinê ye. Hemû mûwekîlên min tenê di qedexeyên derketina derve de li nava bajêr bûn. Delîlek şênber a bi tenê  jî li ser wan nîne. Dadgeh divê rewşa girtina wan yek bi yek binirxîne û wan berde.”
 
Herî dawî girtî Sînan Şahîn parastin kir û wiha got: “Ez tecrîta li ser Ocalan şermezar dikim. Heya pirsgirêkên hevalên min neyên çareser kirin, ez ê parastinê nekim.” 
 
Danişîn berdewam dike.