AYM'ê girtina Meral Daniş Beştaş a 4 mehan dijhiqûqî dît

  • 17:49 7 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
AMED - AYM'ê serîlêdana takekesî ya derbarê girtina Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş mafdar dît. AYM'ê biryar da ku girtina Meralê ya 4 mehan "Binpêkirina mafê ewlehî û kesayeta kesan e" .
 
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş bi hinceta ku di 2014'an de beşdarî civîna MYK'ê ya HDP'ê ya ji bo Kobanê ya di bin êrîşên DAÎŞ'ê de bû, bûye û beşdarî meşa ji bo şermezarkirina qedexe û pevçûna li Sûrê bûye di 28'ê Çileyê 2017'an de hatibû binçavkrin û di heman rojê de bi şerdê kontrola edlî serbest hatibû berdan. Li ser îtirazan Meralê di 30'ê Çileyê de hatibû girtin. Parêzeran serîlêdan takekesî ji bo Meralê li AYM'ê kiribû. 
 
AYM'ê serîlêdan takekesî ya ji bo Meralê qebûl kir.