Daneşîna doza Fîgen Yuksekdag hat taloqkirin!

  • 12:26 6 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
ENQERE - Daneşîna doza Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag hat dîtin.  Fîgen Yuksekdag diyar kir ku mafê wê yê parastinê tê astengkirin û ew ê tevli daneşînê nebe.
 
Daneşîna 6'emîn a doza ku Hevseroka Berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Fîgen Yuksekdag jê tê darizandin li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Daneşîna ku Fîgenê ji ber mafê wê yê parastinê tê astengkirin tevli nebû bi tespîtkirina nasnameyan hat destpêkirin. Piştre daxwaznameya Fîgenê a sedema netevlibûna wê ya dozê hat xwendin.
 
Fîgenê di daxwaznameya xwe de diyar kir  ku delîlên di dosyê de di daneşîna beriya vê de ji wê re hatine dayîn, got ku wê fezleke ji kompîturê di nava çend saetan de lêkolîn kiriye û ji ber ku kêm kare biçe kopîturê bi kar bîne wê derfet nedîtiye ku parastina xwe amade bike.  Piştre daneşînê bi parastina parêzeran berdewam kir.
 
Parêzera Fîgenê Ruken Gulagaci diyar kir ku wê sedema ne tevlibûna muwekîla xwe ji heyeta dadgehê re ragihandiye û wiha berdewam kir:"Mafê parastinê yê muwekîla min hatiye astengkirin. Fezlekeya 8'emîn a ku di dosyayê de cih digire gelek zêde ye. Fezleke ji dozên ku ji ber çalakiyên ji bo kobanê hatin kirin û ji çalakiyên bajarên din ên cuda pêk tê. Ev jî karê parastinê yê muwekîla min zahmettir dike û karê me jî zahmet dike. Rewşa girtî ya muwekîla min berdewam dike û ev 20 meh e ku girtî ye.  Divê ku niqaşên li ser girtina demdirêj bên destpêkirin. Divê ku muwekîla min bê berdan û mafê wê yê xweparastinê neyê astengkirin."
 
Heyeta dadgehê ya ku biryara xwe aşkera kir biryar da ku rewşa girtî ya Fîgenê bê berdewamkirin û daneşîn taloqî 24'ê îlonê kir.