Îtîraza ji bo tehliyekirina Leyla Guven hat redkirin

  • 13:30 5 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
AMED - Ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku bû parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê bê berdan serî li dadgehek bilindtir dabûn. Serlêdana parêzeran hat redkirin. 
 
Parêzerên Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ku li Colemêrgê bû parlamentera HDP’ê bê berdan serî li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dabûn û dadgehê biryara berdanê dabû. Li ser vê yekê Serdozgeriya Amedê îtîrazî berdana Guven kir û 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdan red kir. 
 
Parêzera Leyla Guven, Reyhan Yalçindag Baydemîr li ser vê biryara dewama girtina Leylayê, di 3 tîrmehê de serî li dadgehek bilind da û îtîrazî 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê kir. 
 
Dadgehê îtîraz nirxand û bi piraniya dengan îdia kir ku dewama girtina Leylayê ne li dijî rêbaz û qanûnan e û îtîraza ji bo berdana wê hat kirin red kir. 
 
Li ser vê biryara redkirina berdana Leyla dê parêzer serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.