Ji bo gumanbarê îstîsmara zayendî cezayê wek xelatê hat dayin

  • 09:06 5 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
AMED - Heyeta dadgehê derbarê gumanbarê îstîsmara zayendî Mehmet M.K de berê du sal ceza dabû lê piştre ‘daxistina takdîrî’ pêk anî û ceza daxist salek û 8 mehan. 
 
Li Liceyê ya Amedê di 27’ê Sibatê de xwendekara lîseyê A.B  ku ji dibistanê derket û diçû malê, di rê de rastî îstîsmara zayendî ya Mehmet M.K hat û parastina cewherî pêk anî û hema xwe avêtibû mala hevala xwe. Piştre bi mudaxalekirina heval û kesên derdorê re Mehmet hat binçavkirin û derbarê wî de ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya sivik’ doz hat vekirin. Yekemîn rûniştina dozê hat dîtin.
 
Rûniştin li Dadgeha Cezaya Asliyê ya Amedê hat dîtin û gumanbar Mehmet M.K û zaroka mexdur jî tevlî bûn. Piştî tespîta nasnameyan û xwendina îdianameyê gumanbar Mehmet M.K parastin kir û îdia kir ku tu rastiya bûyerê tuneye û bê sûc e.  Piştre zarokê tiştên hatibû serê wê vegot û got ew gumanbar nas nake û got roja bûyerê di rê de dimeşiya û rastî êrîşa îstîsmara zayendî ya Mehmet M.K hatiye. Zaroka dest ji gilîkirina xwe berneda wiha got: “Ez reviyam û bi zor min xwe avêt mala hevala xwe. Piştre ez li hevalek xwe geriyam û hat. Gumanbar li ber derî disekinî. Hevalê min hat pê re nîqaş kir. Piştre yên derdorê hatin û ew derbkirin.”
 
Hevalê zarokê jî ku wek şahid hat guhdarkirin diyar kir ku çawa bûyer bihîstiye çûye cihê bûyerê û got ji gumanbar pirsiye wî jî gotiye ‘Min cahîltî kiriye, li qisûra min nenêre’.
 
Mehmet M.K li ser vê mafê gotinê girt û  diyar kir ku îfadeya şahid derewe û tenê gotiye ji bo bûyer mezin nebe gotiye ‘Li qisûrê nenêre’.
 
Heyeta dadgehê jî ji sûcê  ‘îstîsmara zayendî ya sivik’ 2 sal ceza da û piştre ‘ji daxistina takdîrî’ ceza daxist salek û 8 mehan.