Li Rozerînê 10 sal û 3 meh ceza hat birîn

  • 10:13 4 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Li Rozerîn Kalkan a ku di bin çavan de bi îşkenceya zayendî û fîzîkî rû bi rû ma 10 sal û 3 meh ceza hat birîn. 
 
Rozerîn Kalkan di 11'ê Tebaxa 2016'an de di encama serdegirtina mala wê de hat binçavkirin û 9 rojî li Emniyeta Mêrdînê li Şaxa Têkoşîna bi Terorê re ma û bi îşkenceya fîzîkî û zayendî rû bi rû ma. Do rûniştana biryarê ya Rozerînê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Rozerînê li Girtîgeha Şakranê bi rêya SEGBIS'ê beşdarî rûniştinê bû û bi hinceta "Endama Rêxistinê" 9 sal bi hinceta "Propangandaya Rêxistinê" jî salek û sê mehan ceza lê hat bîrin. Hat diyarkirin ku parêzerên Rozerînê dê ji bo biryarê îtiraz bikin.