Danişîna Sebahat Tuncel û Aysel Tugluk hat taloqkirin

  • 17:07 3 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
RIHA - Danişîna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tuncel û Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Aysel Tugluk  ên bi hinceta beşdarî roja ji dayîkbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên darizandin, taloq bû.
 
6’emîn danişîna Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sabahat Tuncel û Alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Aysel Tugluk ên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’emîn a Kandira Kocaelî tên girtin, ên bi hinceta beşdarî roja ji dayîbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûn tên darizandin, hat dîtin.   
 
Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 6’emîn a Rihayê hat dîtin. Sebahat û  Aysel beşdarî danişînê nebûn û parêzên wan li salona danişînê amade bûn. Parêzaran xwestin kêmasiyên di dosayê de bên temamkirin. 
 
Şandeya dadgehê jî, biryar da ku kêmasiyên di dosyeyê de bên temam kirin, biryara girtina derbarê Ozdal Uçar û Demîr Çelîk de bê taloqkirin û danişîn taloqî 2’yê Cotmehê kir.