Nehiştine ku Leyla Guven mafê xwe yê parastinê bi kar bîne!

  • 16:36 2 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
AMED – Derket holê ku Hevseroka KCD’ê Leylga Guven a ku roja înê biryara berdana wê hat dayîn û piştre li ser îtîraza dozger girtina wê dewam kir, bêyî ku agahî bidin parêzerên wê bi riya SEGBÎS’ê derxistine îfadê û parastina Leyla negirtine û biryar li hember wê xwendine. 
 
Parêzerên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku bû parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê bi boneya bê berdan serî li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran Amedê dabûn. Dadgehê jî biryara berdana Leylayê da. dozger li dijî berdana Leylayê Îtîrazî 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê kir. Serdozgeriya Komarê ya Amedê heta ku îtîraz bi encam nebû, biryara derbarê Leyla de neşand girtîgehê. 
 
 Dadgeha 10’emîn di heman rojê de îtîraza dozger esas girt û dewama girtina Leylayê da. Li  gorî nûçeya di Ajansa Mezopotamayê de hat weşandin, Biryara dadgehê îro gihîşt destê parêzeran. Di vê biryara gihîşt destê parêzeran de derket holê ku bêyî agahî bidin parêzerên wê bi riya SEGBÎS’ê derxistine îfade dayînê û parastina Guven negirtine û biryarê li hember wê xwendine û biryara girtinê dane. 
 
Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr anî ziman ku ji bo vê qanûn û biryara li dijî rêbazê bê rakirin dê îro serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bin.