Wê rojnameger Seda Taşkin sibê derxînin dadgehê

  • 13:14 1 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
WAN - Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Seda Taşkin ku girtî tê darizandin dê cara duyemîn derkeve pêşberî dadgehê. Parêzera Sedayê, Gulan Çagan Kalelî, diyar kir ku tu delîlên din li dosyayê nehatiye zêdekirin û wiha got: "Em bang li Raya giştî  dikin ku tevli danişînê bibin." 
 
Nûçegîhana Ajansa Mezotopamya (MA) Seda Taşkin ku di 20'ê Kanûna 2017'an de li Mûşê hat binçavkirin, piştî 4 rojan di bin çavan de ma, bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.  Li ser îtîraza dozger Seda, di 22'ê Çile de li Enqereyê hat binçavkirin û hat girtin. Seda cara ewil bi riya SEGBÎS'ê li Dadgeha Sulh Ceza ya Bedlisê îfadeya wê hat girtin. Seda, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Jinan a Sincanê.  
 
Danişîna ewil a Seda Taşkin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat dîtin. Seda bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” û “Endama rêxistinê ye” tê darizandin. 2'emîn danişîna doza Sedayê dê sibe 2'yê Tîrmehê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê bê dîtin. Parêzera Sedayê, Gulan Çagan Kalelî, diyar kir ku tu delîlên din li dosyayê nehatiye zêdekirin û wiha got: "Em bang li raya giştî  dikin ku tev li danişînê bibin. Em hêvî dikin ku di vê dqaneşînê de Seda bê berdan. Darizandina Seda, mînaka darizandina çapemeniya azad e. Di kesayeta Seda de dixwazin ajansa lê dixebite jî rol û misyona wê darizînin. Ji Seda dipirisin ku çima hatiye li Mûşê nûçe çêdike. Bi qasî ez dizanim kes nikare bêje çima tu diçe bajarekî din nûçe çê dikî. Hemû xebatên hatine kirin xebatên rojnamegeriyê ne. Ji ber vê yekê divê Seda bê berdan."