Doza hevserokatiyê: Bedel çi dibe bila bibe emê têbikoşin

  • 09:25 1 Tîrmeh 2018
  • Hiqûq
WAN - Der barê hevşaredara Artemîtê Sevîl Rojbîn Çetîn ku qeyûm tayînê şûna wê bûye, de û der barê pergala hevserokatiyê de îdianame hat amadekirin. Sevîl Rojbîn Çetîn wih agot: “Ev rêzikname di meclîsa şaredariyê de îradeya herî mezin e ku me li cîhanê yekane modela wê li partiya xwe bi cih kir. Li ser vî bingehî bedel çi dibe bila bibe em ê tê bikoşin.”
 
Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi hinceta ‘li dijî mewzuatê’ ye bi îdiaya biryara rawestandin û betalkirina pergala ‘hevserokatiyê’ li hevşaredara Artemîtê Sevîl Rojbîn Çetîn ku qeyûm tayînê şûna wê bûye îdianame amade kir. Yekemîn runiştina dozê di 18’ê hezîranê de hat dîtin û runiştina din wê di 25’ê îlonê de bê dîtin.  Rojbîn ya îdiname nirxand diyar kir ku pergala hevserokatiyê têkoşîneke siyasî ya ku DBP dimeşîne ye û  der barê gelek hevşaredaran de jî bi vê daxwazê doz hatiye vekirin.
 
‘Li cîhanê mînaka ewil şaredariyê DBP’ê danîn holê’
 
Rojbînê da zanîn ku li welatên Ewropayê gelek partiyên siyasî bi pergala hevserokatiyê tên rêveberin û got di 2014’an de modela hevserokatiyê li cîhanê DBP’ê esas girtiye û got ew jî di esasa rêziknameya partiya xwe de çûne hilbijartinê.
Rojbînê di berdewamiyê de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di alî rêveberiyên herêmî de ferasetek rêveberiyê ya mirov dikarin bîhna xwe bigirin kirine jiyanê û got ew li her derê wek hevserok hebûn û li navçeya wan jî ew û Abdulkerîm Sayan derketine pêşberî gel û nûneriya wekhev ji aliyê gel ve hatiye qebûlkirin.
 
Rojbînê daxuyakirin ku di dema rêveberiya şaredariyê de wekî hevserok bi wezîrên dewletê re hevdîtin kirine û got armanca wan ya esas ev e bû di rêveberiyên herêmî de nûneriya jinê derxin holê û di rêveberiyên herêmî de nûneriya wekhev esas girtine.