Dozgerî nahêle ku Leyla Guven bê berdan

  • 17:13 29 Hezîran 2018
  • Hiqûq
AMED - Dozger îtîrazî biryara 9'emîn dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku ji bo Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dabû kir.
 
Dozger îtîrazî biryara 9'emîn dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku ji bo Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dabû kir.  Dozger îdia kir ku berdan li dijî rêbaz û qanûnê ye û xwest biryara der barê Leylayê de bê rakirin û girtina wê dewam bike. 
 
Serodozgeriya Komarê ya Amedê li ser îtîrazê bi bayê bezê biryara 9’emîn Dadeha Cezayê Giran a Amedê neşand Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Parêzerên Leylayê anîn ziman ku rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye biryara berdana Leylayê nehgihîştiye ber destê wan û got: “Ev pêkanînek dij hiqûqî ye. Biryara dadgehê radiwestînin û sûcê gefa azadiyê dikin.”
 
Heyeta dadgehê bi pirjimariya deng xwestibû Leyla Guven bê berdan.