Îdianameya derbarê doza Pakîze Hazar de tenê paragrafek e!

  • 11:20 29 Hezîran 2018
  • Hiqûq
AMED - Dadgeha Asliye Ceza ya Lîcê di biryara bi hincet de diyar kir ku li navçeya Lîcê ya Amedê ajokarê maşîna zirxî Çawîşê Pispor S.K. yê  Pakize Hazar a 85 salî kuşt tam bi qisûr e û Pakîze Hazar jî bê qusûr e. Dadgehê diyar kir ku sûcê S.K. sabit e û taloqkirina Salek û 8 meh cezayê lê hatiye birî li lehê bersûc de ye. 
 
Li Licêya Amedê, di 14'ê hezîrana 2017'an de dema Pakîze Hazar (85) di riya Mumîn Aga ya ji çûn û hatinê re girtiye ji bo meaşê xwe diçû PTT'ê, dema di pêş maşîna zirxî ya rawestiya bû re derbas bû, beriya ku tam ji maşînê drerbas bibe, ajokarê maşînê Çawîşê Pispor S.K. maşîne li Pakîzê xist û tekerê maşînê di ser Pakîzê re derbas kir û pelçiqand. Dîmenên wesayîtê li dosyeya dozê hatin bicihkirin bi raya giştî re hatibû parvekirin. 
 
 
Piştî lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Licê, ajokarê wesayîta zirxî çawîşê pispor S.K. piştî îfadedayînê hatibû berdan. Li gorî nûçeya ku di Ajansa Mezopotamyayê de hat weşandin hat diyarkirin ku dozger der barê S.K. de bi tawanbariya "bûye sedema mirineke qisûrdar" îdianameyeke ku ji paragrafekê pêk tê amade kiriye û xwestiye ji 2 salan heta 6 salan bê cezakirin. Di danişîna biryarê li Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Licê de dadgehê Salek û 8 meh (20 meh) ceza li Çawîşê Pispor S.K. birî. 
 
Dadger bi sedema ku cezayê girtîgehê dê bandora neyînî li ser tenduristiya kujer bike, ceza daxist salek û 8 mehan. Dadger disa bi şertê ku heta 5 salan sûc neke, cezayê wî taloq kir. 
 
Dadgehê biryara bi hincet aşkera kir
 
Dadgeha Asliye Ceza ya Lîcê piştî biryar da, biryara bi hincet bi aşkere kir. Dadgehê di beşa "Nirxandina Delîlan û hincet" de bi paragrafekê diyar kir ku delîlên di dosyayê de, rapora ATK'ê, îfadeya şahidan, girteka dimenan û hemû daneyên di dosyayê de bi hevre hatiye nirxandin. Dadgehê di biryara bi hincet de anî zima nku di dîroka bûyerê de Bersûcê li maşîna zirxî ya li ber PTT'a Şaxa Lîcê rawestiya bû suyar bû, beriya ku maşînê bajo, li Pakîze Hazar a di pêş maşînê re derbas dibe qeliband. Tekerê pêş ê rastê di ser Pakize Hazar re derbas kir. Ji ber vê yekê Pakîze Hazar jiyana xwe ji desk da. Di Rapora ATK'ê de hat diyar kirin ku bersûc kesê esîl bi qusûr e û tam bi qisûr e. Pakize Hazar jî bê qisûr e. Dema hemû delîl bi hevre tên nirxandin, sûcê bi zanebûn kuştiye zelal dibe. Li gorî van daneyan cezayê der barê Çawîşê Pispor S.K. de hatiye dayîn di lehê wî de hatiye dayîn. 
 
Parêzeran îtîraz kir
 
Piştî dadgehê biryara bi hencet aşkere kir, parêzerê malbata Pakîze Hazar îtîrazî biryarê kir û xwest der barê bersûc de cezayê herî zêde bê dayin. Malbatê serî li Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ya Nobedar da. 
 
 
Têkildarî bûyerê dîmenên ku dema maşîna zirxî li Pakîze Hazar diqelibîne derketibûn holê. Di dîmenan de pir aşkere tê dîtin ku bûyer çawa pêk tê. Maşîna zirxî rawestiya ye. Dema Parîze Hazar di pêş maşînê re derbas dibe, beriya ku maşînê derbas bike ajokar maşînê ji nişka ve daşo. Pozê maşînê li Pakizê dixe. Pakîze dikeve xwar. Piştre bi tekerê pêşî yê rastê di ser bedena Pakîzê re derbas dibe.