Daneşîna doza Nisêbînê ku 17 zarok jê tên darizandin dest pê kirin

  • 11:12 28 Hezîran 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN -Daneşîna 3'emîn a doza 17 zarokên ji doza Nisêbînê ku di serdema qedexeya kolanan de hatinbûn girtin jê tên darizandin dest pê kir.
 
Di 26'ê gulana 2016'an de li Nisêbînê qedexeya derketina kolanan a hatibû îlankirin û di dema qedexeyê de 70'ê  kes ji taxê hatibûn tehliyekirin û piştre jî hatibûn binçavkirin. 70 kesên ku 17 jê zarok bûn û hat ragihandin ku di bin çavan de bi îşkenceyê re rûbirû mane piştre hatin girtin. 3'emîn daneşîna doza ku ev kes jê tên darizandin îro tê dîtin.
 
Daneşîna ku ji SGK'ê neqlî edliyeyê hat kirin hin girtî anîn daneşînê û yên mayî jî wê bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bibin. Daneşîna ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê tê dîtin, ji malbat û çapemeniyê re girtî hat destpêkirin.
 
Malbatên girtiyan ku dixwazin zarokên xwe bibînin jî li edliyeyeê bendemayîna xwe berdewam dikin.