Jina hevjînê wê li Somayê jiyana xwe ji dest da: Mirin heye veger tune

  • 09:03 18 Hezîran 2018
  • Hiqûq
Îzmîr - Naciye Kaya ya li Somayê hevjînê wê jiyana xwe ji dest da ji bo  runiştina doza di 19’ê Hezîranê de pêk tê bang kir û got wê dest ji dozê bernedin û bişopînin.
 
Naciye Kaya ku hevjînê wê Mustafa Kaya di nav 301 karkerên li Somaya Manîsayê de jiyana xwe ji dest dabû, ji bo runiştina doza Somayê ku wê di 19’ê Hezîranê de pêk bê bang kir.
 
‘Wê dîsa cezayê pere bidin û xilas bibin’
 
Naciyeyê daxuyakirin ku ji bo piştgiriya dozê kêm bibe polîtîkaya bêdengkirinê tê pêkanîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Trîlyonan jî bidin hevjînê min şûnde nayê. Ez her tim dibêjim ji vê dozê mirin heye lê veger tune ye. Dadgerê dozê guhertin. Tam hatibûn asta ceza di doza Ermenekê de 9 karkerên din jî mirin. Dadger jî roja li dozê mêze dikir tahliye da. Dewlemend xurtin. Wê dîsa cezayê pere bidin û xilas bibin. Em ê heta DMME’yê biçin.
 
‘Karkeran wek kole dibînin’
 
Naciyeyê diyar kir ku doza Somayê ji bo êdî cînayetên neyên jiyîn ggelek girînge û hîna gelek kes di qezayên kar de dimrin û karker wek koleyan tên xebitandin.