Cezayê mêrê ku Funda qetil kir hat daxistin

  • 09:15 13 Hezîran 2018
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Dadagehê ji ber ku Umit Şenturk, Funda Gulmez qetil kiribû muebbet dabûyê. Lê dadgehê cezayê Umit daxist û kir 25 sal. 
 
Rûniştina biryarê ya ku Umit Şentur li Navçeya Çigli ya Îzmîrê, Funda Gulmez qetil kiribû, hat dîtin. Rûniştin li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Karşiyakayê hat dîtin. Parêzerê Wezareta Polîtikayên Malbatê û Civakî, Bersûc Umit Şenturk beşdarî rûniştinê bûn. 
 
Umit ji ber sûcê "Kuştina bi zaneyî" cezayê muebbetê girtibû. Lê cezayê Umit ji aliyê dadgehê ve daket 25 salan. 
 
Gamze Kekeç a ku ji ber 'teşwîqî sûc kiriye' bi 20 sal ceza dihat darizandin, beraat kir.