Ceza li Midûra Karên Nivîsan a DÎHA’yê Dîcle Muftuoglu birîn

  • 15:56 7 Hezîran 2018
  • Hiqûq
AMED - Dadgeha Amedê li Midûra Karên Nivîsan a DÎHA’yê ku bi KHK'ê hat girtin Dîcle Muftuoglu, ji ber nûçeyên servîs kirin ceza ğere  birî û hikum  taloq.
 
Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê, di doza Midûra Karên Nivîsan Dîcle Muftuoglu û Serokê Lijneya Rêveberiya Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) Zekeriya Guzupek ku di 30’ê Cotmeha 2016’an de bi biryara KHK’ê hat girtin de biryar da. Danişîna doza bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” ji 7,5 heya 15 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin, li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê hat dîtin. Dîcle û parêzerên rojnamegeran di danişînê de amade bûn.
 
Piştî danişînê dest pê kir, rojnameger Dîcle parastina dawî kir û  wiha got: “Ez îfadeyên xwe yên berê dobare dikim. Di çarçoveya rojnamegertiyê de min hemû nûçe çêkirin. Ez sûcên li dijî xwe qebûl nakim û beraeta xwe dixwazim.” Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û derbarê Serokê Lijneya Rêveberiyê Zekeriya Güzüpek biryara beraetê da. Dadgehê ji bo Midûra Karên Nivîsan Dîcle Muftuoglu jî, cezayê pere yê edlî yê 1041 rojan da. 
 
Ger di nava  5 salan de Dîcle ji dosyayek din ceza nexwe, dê ceza bê betalkirin.