Kesê ku got ‘ger min bixwesta min dikaribû ew bikuşta’ nehat cezakirin!

  • 13:55 7 Hezîran 2018
  • Hiqûq
STENBOL – Doza Reşat Yaman  ku Azîze Yaman bi kêrê giran birîndar kir taloqî 12’ê tîrmehê hat kirin.
 
Daneşîna 2’emîn a Reşat Yaman ku Azîze bi kêrê giran birîndar kir li  10’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Beylikduziyê hat dîtin.  Di daneşîna ku hat kirin de bersûc Reşat yê ku ji derve de dihat darizandin, Azîze û parêzerên herdu aliyan tevli bûn. Daneşîn ji aliye Meclisa Jinan ve jî hat şopandin.
 
Di daneşînê de di serî de şahid Leyla Açikel hat guhdarkirin. Leya diyar kir ku Reşat li lawê xwe tundî kiriye  û Ezîze jî kêr kiriye. Piştre jî Azîze mafê axaftinê girt. Azîze diyar kir ku ew ji Reşat gilîdar e û ev tişt got: “Di îdanameyê de tê gotin ku tene hatime birîdarkirin lê vî kesî xwest ku min bikuje. Piştî ku ji girtîghê hat tehliyekirin ji min tehdit kir.”
 
Bersûc Reşat jî wıha got: “Ger kum in bixwesta min dikaribû ew bikuşta jî.”
 
Herwiha parêzerê Reşat ji bo ku parastina xwe amade bike ji dadgehê dem xwest û dadgehê jî doz taloqî 12’ê tîrmehê kir.