Cezayê wekî xelatê dan ajokarê ku Pakize Hazar a 85 salî kuşt

  • 17:07 6 Hezîran 2018
  • Hiqûq
AMED - Heyeta dadgehê cezayê wekî xelatê da ajokorê maşîna zirxî S.K., yê Pakize Hazar li Lîcê pelçiqad û kuşt. Dadgehê salek û 8 meh ceza da û cezayê ku lê birî piştre taloq kir. 
 
Li Licêya Amedê, di 14'ê hezîrana 2017'an de dema Pakîze Hazar (85) di riya Mumîn Aga ya ji çûn û hatinê re girtiye ji bo meaşê xwe diçû PTT'ê, wesayîta zirxî pêl wê kir û ew kuşt. Du hefte berê dîmenên wesayîtê li dosyeya dozê hatin bicihkirin bi raya giştî re hatibû parvekirin. 
 
Piştî lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Licê, ajokarê wesayîta zirxî çawîşê pispor S.K. piştî îfadedayînê hatibû berdan. Dozger der barê S.K. de bi tawanbariya "bûye sedema mirineke qisûrdar" îdianameyeke ku ji paragrafekê pêk tê amade kiribû û xwestibû ji 2 salan heta 6 salan bê cezakirin. Danişîna biryarê li Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Licê hat dîtin. Di danişînê de bersûc S.K. amade nebû. Parêzerên Hazar û kurê wê Veysi Hazar amade bûn. 
 
Kurê Pakîze Veysî Hazar piştî ewraq hatin xwendin, axivî û wiha got: "Roja bûyerê maşîna leşkerî hem li ser peyarêyê û hem jî park kiribû. Ji ber vê yekê dayika min Pakize Hazar neçar ma di pêşiya maşineyê re derbas bibe. Dîsa ajokarê maşînê dema li maşînê suyar tê divê der û dora wê kontrol bike. Lê kontrol nekiriye. Ji ber vê yekê em bawer dikin ku bi zanebûn bûyer pêk hatiye. Ji ber ku li ber çavan li dayika min di qelibîne û di eciqîne. Ez jî ajokarê otobusê me. Ez ji bo li mirovan nexim bi hemû baldariyê diajom. Ez gotinên xwe yên berê dubare dikim. Dixwazin bersûc bê cezakirin." 
 
Parêzerê malbata Pakîze Serdal Yel jî diyar kir ku ajokarê bersûc di roja bûyerê de maşîna leşkerî li ser peyarê û rê çeporast park kiribû û wiha got: "Cihê ku bersûc maşîne lêpark kir zêdeyî 2 salin li trafîkê hatiye girtin. Di roja bûyerê de jî li trafîkê girtî bû. Li gel vê yekê bersûc dîsa maşîne li wir park kiriye. Ajokar maşîneyek pir mezin diajo. Hem dema lê suyar dibe, hem jî dema dadikeve divê der û dora wê kontrol bike. Malbata muwekilên min pir mexdûr bûne. Ji ber vêyekê dievê bersûc di asta herî jor de bê cezakirin. 
 
Heyeta dadgehê jî piştre biryar da û der barê bersûc S.K, de 2 sal ceza birî. Dadger bi sedema ku cezayê girtîgehê dê bandora neyînî li ser tenduristiya kujer bike, ceza daxist salek û 8 mehan. Dadger disa bi şertê ku heta 5 salan sûc neke, cezayê wî taloq kir. 
 
Malbata Pakîze bertek nîşani biryarê da û dê li Dadgeha Nobedar a Cezayên Giran a Amedê itîraz bike.