Ji mêrê ku Şehrîban dînç qetil kir re cezayê muebetê hat xwestin

  • 16:35 30 Gulan 2018
  • Hiqûq
WAN -  Dozger derbarê Esat Dînç yê ku Şehrîban Dînç qetil kir de ji ber "bi zanebûn hevjîna xwe qetil kiriye" cezayê muebetê yê giran xwestin. 
 
Daneşîna 5'emîn a doza Esat Dînç yê ku jina pêre zewicandî Şehrîban Dînç (25)  di 24'ê kanûna 2016'an de li navçeya Wanê ya Rêya Armûşê kuşt li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin.  Di daneşîna ku hat kirin de Esat Dînç, parêzerê wî,  parêzerê Şehrîban Dînç û malbata wê amade bûn. 
 
Di daneşîna ku piştî tespîtkirina nasnameyê hat kirin de bersûc Esat Dînç, îfadeya xwe ya ku berê dabû dubare kir û îda kir ku ew bê sûc e.  Piştre parêzerê Şehrîban Dînç parastin kir, diyar kir ku hemû delîlên şênber hatine topkirin û xwest ku bersûc bê cezakirin.  Dozgeriyê  derbarê  Esat Dînç yê ku Şehrîban Dînç qetil kir de ji ber "bi zanebûn hevjîna xwe qetil kiriye" cezayê muebetê yê giran xwest.
 
Piştî ku dozgeriyê mutalaya xwe xwend heyeta dadgehê daneşîn taloqî 6'ê hezîranê kir.  Doza ku derbarê malabta Esat Dînç de ji ber "li kuştinê sor kirin" li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran hatibû vekirin jî biryar hat dayîn ku ji ber dosya ji aliyê dadgehê ve wê bibe sedema dirêjkirin biryar hatibû dayîn ku cuda bê dîtin . Doza duyemîn ku derbarê malbatê de hatibû vekirin  wê di 13'ê temûzê de bê dîtin.