Danişina doza Fîgen Yuksekdag taloq kirin

  • 15:17 30 Gulan 2018
  • Hiqûq
MÊRSÎN - Danişîna doza Hevseroka HDP'ê ya Berê Fîgen Yuksekdag ku bi hinceta neheqî li Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglu kiriye dihat darizandin hat ditin. Dadgehê doz taloq kir. 
 
7'emîn danişîna doza Hevseroka HDP'ê ya Berê Fîgen Yuksekdag ku bi hinceta neheqî li Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglu kiriye, li 9'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrsinê hat dîtin. Yuksekdag di 13'ê Adara 2016'an de tevli Kongreya HDP'ê ya Mêrsînê bûbû. Ji ber axaftina Fîgen Yuksekdag bi îdîaya heqaret li Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglu kiriye doz lê hatibû vekirin. Fîgen Yuksekdag  tev li danişînê nebûn parêzerên wê tevli danişînê bûn.
 
Heyeta dadgehê piştî parastina parêzeren bi sedema ku kêmasiyên dosyayê hene, doz taloqî 27'ê Mijdarê kir.