Dîmenên qetilkirina Pakîze Hazar derketin holê

  • 12:33 29 Gulan 2018
  • Hiqûq
AMED - Dîmenên wesayita zirxî ku li Licê li jina 85 salî hatibû qelibadin derketin holê. Di dîmenan de tê xuyakirin ku li gel hişyariya welatiyekî jî wesayit nesekiniyê û piştî li Pakîzeyê hatiye qelibandin rêya xwe berdewam kiriye.
 
Li navçeya Licê ya Amedê di 14'ê Hezîrana 2017'an de wesayita zirxî li ber postexaneyê li jinan 85 salî Pakîze Hezar ku ji bo mûçeyê xwe yê pîrbûnê bistîne  hatibû qelibandin. Dîmenên ku ji kamerayên ewlehiyê yên dema qetilkirina Pakîzeyê kişandin hatin tesbîtkirin û li dosyaya doza derbarê kujerê Pakîzeyê de hatin bicihkirin. Li gorî nûçeya ku di Ajansa Mezopotamyayê  de hat weşandin, di çarpoveya lêpirsîna ku Dozgeriya Komarê da destpêkirin ajovanê wesayitê çawîşê pispr S.K. piştî ku îfadeya wî hatibû girtin hatibû berdan.  Dozger der barê S.K. de bi tawanbariya "bûye sedema mirineke qisûrdar" îdianameyeke ku ji paragrafekê pêk tê amade kiribû û xwestibû ji 2 salan heta 6 salan bê cezakirin. Heta niha 2 danişînên dozê pêk hatine. Doz li dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Licê didome.  
 
Kamerayên Ewlehiyê bûyer derxistin holê
 
Dîmenên kameraya ewlehiya ya ku tê fêmkirin aîdî herêma leşkerî ya li hemberî PTT'ê ye, bûyerê bi her awayî nîşan dide. Di dîmenan de dixuyê ku Hazara di dest wê de gopal heye, ji hêla çepê ya wesayîta zirxî ku li ber PTT'ê ye tê. Hazar di pêşiya wesayîtê de diçe, dema vedigere hêla rastê wesayît tev digere. Lê belê di wê kêliyê de welatiyekî ku li hêla rastê ya wesayîtê ye, dema dibîne wesayît li hazarê diqelibe bi qasî 2 metreyan nêzî wesayîta zirxî dibe û bi destan leşkerên di wesayîtê de hişyar dike. Lê belê, ligel vê yekê jî wesayîta zirxî nasekine û Hazar di bin wesayîtê de dieciqe û can dide. 
 
Ji bersûc got 'qusura min tune ye'
 
Bersûc çawîşê pirspor S.K. di îfadeya xwe ya dadgehê de, diyar kir ku wê rojî wî wesayît li ber PTT bi awayekî çeperast park kiriye û got: "Dema wesayît tevgeriya, min Pakîze Hazara ku wefat kir nedît. Ji ber ku hêla rastê ya wesayîtê lê ketiye Pakîze Hazar miriye. Wê rojê di hundurê wesayîtê de tenê kamerayeke ku derve dibîne hebû. Ew jî dawiya wesayîtê nîşan dide û dema tu fitêsê wesayîtê davêjî yê paşpaşkî kamera dikeve dewrê. Ji bilî vê di wesayîtê de tu kamerayeke ku derve nîşan bide tune ye. Her wiha dema min li Pakîze Hazarê qeliband, ew li hêla piniya kor a wesayîtê bû. Bi xwe min ew endîtiye. Lê paşê dema leşker ji min re got raweste sekinîm û dema sekinîm min li Pakîze Hazarê qelibandiye. Her wiha roja ku bûyer pêk hat, rê ji bo çûnhatinê negirtîbû. Ew der mehek du meh berê ji çûnhatinê re hat girtin. Bûyer qezayek bû, qesdeke min a sûcî tune ye û kêmasiya min jî tune ye. Ji ber vê bûyerê xemgîn im. Doza beraeta xwe dikim."