Li Sebahat Tuncel 5 meh cezayê girtîgehê hat bîrin

  • 14:41 25 Gulan 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Li  Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel bi hinceta ku di 2012'an de tevli meşekê bûye  5 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
 
Daneşîna doza Hevseroka Partiya Herêmên Dmokratîk (DBP)  Sebahat Tuncel li 11'emîn Dadgeha Cezyê Asliyê yê hat dîtin. Li sebahatê ji ber ku di sala 2012'an de tevli meşeke ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ku di girtîgehan de hat destpêkirin bû  bi hinceta "muxaletfetiya qanûna xepêşandanan kiriye" doz hat vekirin.  Daneşîna dozê li 11'Emîn Dadgeha Cezayê Eslî hat dîtin. Sehabatê bi rêya SEGBÎS'ê tevlli daneşînê bû lê parêzerên wê li dozê amade bûn.
 
Sebahatê parastineke kurt kir û wiha got: "Ew meşeke ku ji bo dengê kesên di çalakiyê de ne bên bihîstin ya demokratîk bû.  Me tu bertek nîşanî polîsan neda û kesên mexdûr em bûn."
 
Dadgerê ku biryara xwe aşkera kir bi sûcdariya ku Sebahatê  "Muxaleftiya qanûna xwepêşandanan kiriye" 6 meh cezayê girtîgehê li Sebahatê birî. Piştre ji cezayê hat dayîn mehek hat daxistin û 5 meh cezayê girtîgehê  li Sebahat hat birîn.
 
Dadgehê biryara ku ceza neyê taloqkriin jî da.