Dadgehê cezayê mêrê ku Bîrgulê kuşt kêm kir!

  • 12:55 18 Gulan 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Alî Çeçen yê ku Bîrgul Çopan bi tundiya zayendî re hişt û piştre jî qetil kir cezayê heta bi hetayê yê herî giran lê hat birîn. Lê dadgehê bi îdaya "rewşa baş" cezayê li kujer Alî Çeçen hat birîn daxist cezayê heta bi hetayê yê girtîgehê.
 
Mêrê bi navê Elî Çeçen di Hezrana sala buhirî de, jina bi navê Bîrgul Çoban ku her roj bi îşkenceya zayendî re rûbirû dihişt kuştibû. Daneşîna dozê ya ku Alî Çeçen jê dihat darizandin a biryarê li Edliyeya Stenbolê ya li Çalgliyanê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Di daneşîna ku hat kirin de Alî Çeçen, parêzerê Alî çeçen û parêzerê Bîrgul Çoban û malbata wê amade bûn. Li gel malbata Bîrgul Çoban Meclisa Jinan a Stenbolê jî tevli daneşînê bû.
 
Dozger mutalaya xwe ya ku ji Alî re "Ji ber ku bi zanebûn hevjîna xwe kuştiye" a divê Alî bi cezayê hetabihaetayê yê giran bê cezakirin dubare kir û Alî jî beraeta xwe xwest.
 
Heyeta dadgehê ku piştî navber da daneşînê dîsa kom bû Alî bi cezayê heta yê giran ceza kir lê bi hinceta "rewşa baş a Alî" veguherand cezayê heta bi hetayê.