ÎHD -ZDÎ: Bila daxwazên girtiyên nexweş ku di grevê de ne bên qebûlkirin

  • 16:08 17 Gulan 2018
  • Hiqûq
ÎZMÎR- ÎHD û ZDÎ'yê ji bo ku daxwazên girtiyên nexweş ên li Tîpa R ya Menemenê ku di greva birçîbûnê de ne bên qebûl kirin bang kirin.
 
Komeleya Mafên Mirovan a Îzmîrê (ÎHD) û Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Zindanan re (ZDÎ) ya Îzmîrê. Derbarê rewşa gitiyên li li Gitîgeha Tîpa R ya Menemenê û derbarê binpêkirinên mafan de daxuyanî dan.  Di daxuyaniya ku li avahiya Komeleya Mafên Mirovan hat dayîn de Parlamenterê HDP'ê û Endama Meclisê ya Komîsyona Gitîgehan Sîbel Yîgît Alp jî tevlî bû.
 
Axaftina yekem ji aliyê parêzerê ÎHD'ê Zafer Încîn ve hat kirin û got ku piştî hewldana darbeyê li gitîgehan pirsgirêkên heyî her ku diçe zîde dibin û berdewam dikin û got ku derbarê binpêkrina mafan de 15 kesî li ÎHD'a îzmîrê serlêdan kirye. Divê ku daxwazên  girtiyên nexweş di grevê de bên qebûlkirin."
 
'Gitiyên li Girtîgeha Menemenê 28 roj jin di grevê de ne'
 
Zafer anî ziman ku binpêkirinên mafan ên tên kirin bi piranî astengkirina dermankirinê, derbkirin, heqaret û pêkanînên kêfî ne Zafer di berdewamiya axftina xwe de anî ziman ku li dijî binpêkirinên mafan li Girtîgeha Menemenê ya Tîpa R 28 roj in girtî di grevê de ne û ji ber ku girtiyên nexweş in xeteriya wan a jiyanê zêdetir e.' 
 
'Bi Abdullah Ocalan hat destpêkirin û li Tirkiyeyê belav bû'
 
Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp jî anî ziman ku pêkanînên li girtîgehan di serî de li Gitîgeha Tîpa F ya Îmraliyê bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ketin meriyetê  û li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê belav bûn. Dema ku mirov li dijî vê neheqiyê derdikevin jî bi cezayên cur bi cur tên cezakirin."