Hevseroka KCD’ê Leyla Guven nehat berdan

  • 15:36 16 Gulan 2018
  • Hiqûq
AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a girtî di danişîna ewil de derket pêşberî dadger û nehat berdan. Leyla Guven bi cezayê hepsê yê 46 sal û nîv tê darizandin. 
 
Danişîna ewil a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyle Guven a ku bi 46 sal û nîv cezayê hepsê tê darizandin hat dîtin. Leyla Guven li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derket pêş berî dadger  û parastina xwe kir. Dadger berdewama girtina Leyla da. Leyla ev 4 meh in girtî ye û danişîna dozê taloqî 11’ê tîrmehê hat k