Di doza Gulbahara hat qetilkirin de gumanbarî

  • 09:16 16 Gulan 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Gulbahar Kizilkaya  ku cenazeya wê di çalekê de hat dîtin, der barê mirina wê de malbata ku hatibû binçavkirin hatin berdan.  Der barê bûyerê re birayê wê yê wek gumanbar lêgerîna wî heye hîna nehatiye dîtin.
 
Li Mîdyat a Mêrdînê li gundê Tulgali  di 24’ê Nîsanê de cenazeyê jinekê di bîrek kevn de hatibû dîtin. Hatibû diyarkirin  ku cenaze aydê Gulbahar Kizilkaya ya li gundukên Otluk a gundê Îkîzdere rudine ye. Gulbahara ku ewil gotin 20 salî ye, di otopsiyê de hat tespîtkirin ku hîna 16 salî ye.
 
Cenazeya Gulbaharê ji aliyê şivanan ve hatibû dîtin û kevir li ser cenazeyê bûye. Hat tespîtkirin ku cenazeya hatiye derxistin aydê sê meh berê ye. Malbatê got ‘keça me winda bûye’ ‘yek li me geriyaye keça me revandiye’. Cenazeyê Gulbaharê rakirin SaziyaTipa Edlî a Mêrdînê û piştre li Sêrtê cihê ji dayik bûye hat definkirin. Piştî vê dê, bav, zava, ap û pismamekê wê hatin binçavkirin. Malbata du rojan di bin çavan de ma hatin berdan. 
 
Hat hînbûn ku malbatê gotiye agahiya wan ji tu tiştekî tuneye û piştî winda bûye ew qet nedîtine. Derbarê bûyerê de hat hînbûn ku birayê wê yê herî mezin wek gumanbar lêgerîna wî heye û niha fîrariye. Balkêş bû ku malbat piştî ji bin çavan derketiye, derketine zozanan.
 
Derbarê birayê wê yê gumanbar de jî îdiayên nû hene. Şivanê bi navê M.E  got beriya cenaze bê dîtin wesayîtek aydê malbatê her tim li vê herêmê geriyaye û wiha got: “Sê meh berê dema min pez diçêrand, min wesayetek dît. Lê min fêm nekir û ez bi riya xwe de çûm.”