Ji bo rojnameger Sîbel Hurtaş 10 sal ceza hat xwestin

  • 12:01 15 Gulan 2018
  • Hiqûq
ENQERE - Serdozgeriya Komara Enqereyê bi hinceta weşana derbarê êrîşên Tirkiye û Komên girêdayî wê yên li ser Efrînê, ji bo Nûnera Arti TV a Enqereyê Sîbel Hurtaş 10 sal û nîv ceza xwest. 
 
Nûnera Arti TV'yê ya Enqereyê Sibel Hurtaş di 23'ê Çileyê de li ser weşana taybet, ji parlamenterê HDP'ê yê berê Osman Baydemir û parlamenterê AKP'ê yê berê Ahmet Faruk Unsal roportaj girtibû. Sibelê piştî ku nûçe li ser medyaya civakî parve kir di 24'ê Çileyê de hatibû binçavkirin. Piştî 4 rojan di bin çavan de ma bi şerdê kontrola edlî serbest hat berdan. Lêpirsîna derbarê Sîbelê de hat temamkirin. 
 
Li gor nûçeya T 24'ê di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê idianameya ku derbarê Sîbelê û 11 kesên dinê bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî ya derbarê Efrînê de hat temamkirin. 
 
Di îdianameyê de  pirsa Sîbelê ya ku ji parlamenterê AKP'ê yê berê Ahmet Faruk Unsal pirsî wekî sûc hat qebûlkirin. Sîbelê derbarê êrîşên li ser Efrînê wiha pirsîbû:"Efrîn cihekî ewle û aram bû divê em bipirsin Tirkiye ji bo çi êrîşî Efrînê kir?"
 
'Ez ê karê xwe yê rojnamegeriyê bidomînim'
 
Sibelê anî ziman ku helwesta dozger li dijî çapemeniya azad wekî darbeyekê ye û got:"Ez ê karê xwe yê rojnamegeriyê tevî hemû zext û zordariyan bidomînim."
 
Her wiha ji bo Sibelê Rêxistina Afê ya Navneteweyî jî kampanya da destpêkirin.
 
Ji bo 12 kesan doz
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya heman dozê de li nûçegîhanê Ajansa Mezopotamayê Hayri Demir re jî doz vekir. Ji ber parvekirinên medyaya civakî yên Hayrî Demir 10 sal û nîv ceza jê tê xwestin. 
 
Di çarçoveya îdianameyê de li 10 kesên din jî doz hat vekirin.