Parêzer Asli Pasînlî: Pêşnûmeya îstîsmara zayendî pirsgirêkan vedişêre

  • 09:15 12 Gulan 2018
  • Hiqûq
AMED - Parêzer Asli Pasînlî diyar kir ku di pêşnûmeya îstîsmara zayendî de tê pêşniyarkirin ku  qeyda hemû nûçeyan ji Navendên Şopandina Zarokan bê girtin û wiha got: “ÇÎM’an bi giştî pergal nedaye rûniştandin. Zêdekirina barê wan wê pergalek aloz derxe holê. Ji bo înfîala di raya giştî de bê sekinandin, zêdekirina ceza, tê wateya ku ev pirsgirêk bê veşartin.”
 
Parêzer Asli Pasînlî  pêşnûmeya îstîsmara zayendî ku gelek sererastkirinên wekî ‘Di fuhuşê de zêdekirina cezayê pere, li gorî temen zêdekirina ceza, qedexeya çapemeniyê û xesandina kîmyewî’ cih digire, nirxand û  got esasên ku pêşî li îstîsmara zayendî digire tê piştguhkirin.
 
Asliyê destnîşan kir ku dema amadekirina pêşnûmeyê divê bi nêrîneke giştî ya psîkologên zarokan, pedagog, endamên darazê, pisporên xizmeta civakî, pisporên tipa edlî û milê çapemeniyê bihata amadekirin û wiha got: “Mijara îstîsmara zayendî mijarek civakî ye û ji ber vê çareserkirina wê tenê bi zêdekirina ceza nabe. Divê bandorên di bin sûc de bên dîtin û nokteyên çareseriyê bên diyarkirin.”
 
‘Tê wateya veşartina pirsgirêkê’
 
Asliyê di berdewamiyê de wiha daxuyand: “Ji bo înfîala di raya giştî de bê sekinandin, zêdekirina ceza, tê wateya ku ev pirsgirêk bê veşartin. Divê bingeha çandî-civakî ya civakê bê lêkolînkirin û çareserî bê pêşxistin. Li Tirkiyeyê berê jî gûherînên qanûnî hatine kirin. Di 2004,2014 û 2016’an de guherînên qanûnî hatin kirin û  bi vê re ceza hatine zêde kirin, lê ev ne çareserî ye. Zêdekirina cezayan sûc hêsan dike.  Yek ji bandorên ku sûcên îstîsmara zayendî ji holê radike ev e ku mexduriyet bê kêmkirin, delîl bên komkirin, şahid bên parastin û profîla welatiyên ku rastî astengiyan burokrasiyê nayên derkeve holê. Her wiha xesandina kîmyewî jî ne çareserî ye.”
 
‘Bi qedexekirina çapemeniyê wê xesasiyet tune bibe’
 
Asliyê balkişand ser qedexeya çapemeniyê jî û got bi vê re wê ev doz ji kontrol û agahiyên civakî dûr bikevin û xesasiyeta civakê tune bibe.  Asliyê di dawiyê de diyar kir ku di pêşnûmeyê de tê gotin ku divê  çarçoveya Navendên Şopandina Zarokan bê berfirehkirin û wiha got: “ÇÎM’an bi giştî pergal nedaye rûniştandin. Zêdekirina barê wan wê pergalek aloz derxe holê.”