Zarokên ku ji doza Sûrê dihatin darizandin hatin cezakirin

  • 13:48 11 Gulan 2018
  • Hiqûq
AMED - Di qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê de 11 zarok ji taxan hatibûn tahliyekirin û doz li wan hatibû vekirin. Dadgehê cezayê ji zarokan re xwest carek din spart wan û li 11 zarokan tevahî 36 sal û 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê birî. 
 
Li navçeya Sûrê ya Amedê di 28’ê mijdara 2015’an de “qedexeya derketina derve” hatibû îlankirin û 104 roj dewam kiribû. Ji ber pevçûnên li taxên navçeyê 11 zarok asê mabûn û di 3 û 7’ê adara 2016’an de hatibûn tahlekirin. Doz li zarokan hatibû vekirin. Dadgeha Amedê ceza li zarokan birîbû. Ceza ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatibû xerakirin. Piştî ceza hat xerakirin carek din ji nû ve doz hat dîtin. 
 
4’emîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê hat dîtin. Zarokên serbest tên darizandin û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn. Dozgerê dozê mutala xwe aşkere kir û têkiliya zarokan bi rêxistinê re gire da û xwest bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” bên cezakirin. 
 
Zarokan xwest bi kurdî parastina xwe bikin, lê bes dadger ji bilî zimanê tirkî destûr neda zarok bi kurdî parastina xwe bikin. 
 
Heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û heman cezayê berê dîsa li zarokan birî. Dadgehê li M.F.D., S.K., F.B., M.S.K. û A.A. bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” 6 sal birî. Dadger ji ber temenê zarokan ceza daxist du sal û nîvan û 3 sal taloq kir. Heman dadger li R.A., R.H. û Ş.A. jî bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” li her yekê 3 sal û 4 meh ceza da. Li F.Y. û M.Ç. jî bi heman îdiayê 4 sal, 5 meh û 10 roj ceza birî. Li O.S. jî bi heman îdiayê 5 sal û 4 meh ceza birî. Li 11 zarokan tevahî 36 sal, 8 meh û 20 roj ceza birî.