Cezayê mêrê ku Muazzez qetil kir hat daxistin

  • 15:22 16 Sibat 2018
  • Hiqûq
ANTALYA - Mêrê bi navê Muammer Turkyilmaz ku li Antalyayê Muazzez Turkyilmaz qetil kir cezayê wî hat kêmkirin û heta dawiya emrê xwe cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
Muammer Turkyilmaz 19'ê Tebaxa 2016'an li Antalyayê Muazzez Turkyilmaz a ku dev ji wî berdabû qetil kiribû. Derbarê Muammer de cezayê giran ê muebbetê hatibû dayin. Dadgehê cezayê wî daxist û vegerand cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê.