Cezayê mêrê ku Muazzez qetil kir hat daxistin 2018-02-16 15:22:58   ANTALYA - Mêrê bi navê Muammer Turkyilmaz ku li Antalyayê Muazzez Turkyilmaz qetil kir cezayê wî hat kêmkirin û heta dawiya emrê xwe cezayê girtîgehê lê hat birîn.   Muammer Turkyilmaz 19'ê Tebaxa 2016'an li Antalyayê Muazzez Turkyilmaz a ku dev ji wî berdabû qetil kiribû. Derbarê Muammer de cezayê giran ê muebbetê hatibû dayin. Dadgehê cezayê wî daxist û vegerand cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê.