Doza ku 29 siyasetmedar jê tên darizandin hat taloqkirin

  • 14:15 6 Sibat 2018
  • Hiqûq
AMED - Rûniştina doza 29 siyaetmedaran ku di çarçoveya 'Doza Bingehîn a KCK'ê de tên darizandin, îro li Amedê pêk hat. Rûniştina dozê ku wekîlên HDP'yî Çaglar Demîrel, Osman Baydemîr, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ahmet Yildirim, Besîme Konca, Alîcan Onlu, Nadîr Yildirim û Selma Irmak jî tên darizandin, li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Parêzerên parlamenterên HDP'ê Mesût Beştaş, Gevriye Atli, Serhat Eren û Mehdî Ozdemîr tevlî rûniştinê bûn.
 
Parêzeran raporên ji aliyê 'pisporan' ve hate amadekirin qebûl nekrin û xwestin, ji bo jinûve lêkolînkirinê qeyda deng ji Saziya Tipa Edlî re were şandin. Parêzeran her wiha xwestin, biryara girtina Nadîr Yildirim bê rakirin.
 
Heyeta dadgehê daxwaza rakirina biryara girtinê qebûl nekir û biryar da ku qeyda deng ji Saziya Tipa Edlî re were şandin.
 
Rûniştina dozê ji bo 15'ê Gulanê hate taloqkirin.