Doza ku 29 siyasetmedar jê tên darizandin hat taloqkirin 2018-02-06 14:15:55   AMED - Rûniştina doza 29 siyaetmedaran ku di çarçoveya 'Doza Bingehîn a KCK'ê de tên darizandin, îro li Amedê pêk hat. Rûniştina dozê ku wekîlên HDP'yî Çaglar Demîrel, Osman Baydemîr, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ahmet Yildirim, Besîme Konca, Alîcan Onlu, Nadîr Yildirim û Selma Irmak jî tên darizandin, li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Parêzerên parlamenterên HDP'ê Mesût Beştaş, Gevriye Atli, Serhat Eren û Mehdî Ozdemîr tevlî rûniştinê bûn.   Parêzeran raporên ji aliyê 'pisporan' ve hate amadekirin qebûl nekrin û xwestin, ji bo jinûve lêkolînkirinê qeyda deng ji Saziya Tipa Edlî re were şandin. Parêzeran her wiha xwestin, biryara girtina Nadîr Yildirim bê rakirin.   Heyeta dadgehê daxwaza rakirina biryara girtinê qebûl nekir û biryar da ku qeyda deng ji Saziya Tipa Edlî re were şandin.   Rûniştina dozê ji bo 15'ê Gulanê hate taloqkirin.