Li Aysel Tugluk salek û şeş meh cezayê girtîgehê hat birîn

  • 13:55 2 Çile 2018
  • Hiqûq
KOCAELÎ - Ji Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk a ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin re salek û şeş meh cezayê girtîgehê hat birîn.  
 
Rûniştina Alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tugluk ku di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de tê girtin hat dîtin. Rûniştin li Dadgeha Cezayê Aslî ya Kandirayê û bi hinceta "Ji zagona civîn û pêşaniyê muhalefet" hat dîtin. Aysel Tugluk û parêzerê wê Nurî Tan beşdarî rûniştinê bûn. Ayselê ji ber ku beşdarî çalakiyên ku li ber Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê bûbû jî hat darizandin. Ayselê parastina xwe yên berê dubare kir û beraata xwe xwest. 
 
Heyeta dadgehê salek û şeş mehan cezayê girtîgehê li Ayselê birî.