Li Aysel Tugluk salek û şeş meh cezayê girtîgehê hat birîn 2018-01-02 13:55:13   KOCAELÎ - Ji Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk a ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin re salek û şeş meh cezayê girtîgehê hat birîn.     Rûniştina Alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tugluk ku di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de tê girtin hat dîtin. Rûniştin li Dadgeha Cezayê Aslî ya Kandirayê û bi hinceta "Ji zagona civîn û pêşaniyê muhalefet" hat dîtin. Aysel Tugluk û parêzerê wê Nurî Tan beşdarî rûniştinê bûn. Ayselê ji ber ku beşdarî çalakiyên ku li ber Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê bûbû jî hat darizandin. Ayselê parastina xwe yên berê dubare kir û beraata xwe xwest.    Heyeta dadgehê salek û şeş mehan cezayê girtîgehê li Ayselê birî.