Dozger qetilkirina Pakîstanê wek ‘hêstê cinawirî’ nedît

  • 09:04 9 Kanûn 2022
  • Hiqûq
 
MÊRDÎN - Îdîanameya Pakîstan Demîr a ku ji aliyê Mehmet Emîn Oner ve hat qetilkirin, hat amadekirin. Dozger, derbarê kiryarê Pakîstanê de vê nirxandinê kir:  “Bi hêsteke cinawirî û bi îşkence kuştinê tuneye.”
 
Di 16’ê îlonê de jina bi navê Pakîstan Demîr a 34 salî ku li çoltera taxa Zenganê ya navçeya Kerboran a Mêrdînê ji aliyê mêrê bi navê Mehmet Emîn Oner ve bi amûra birînê ve hatibû qetilkirin. Kiryar di 17’ê îlonê de hat girtin û şandin girtîgehê. Lêpirsîna ku derbare Mehmet Emîn Oner de hatibû destpêkirin, ji aliyê Serdozgeriya Komara Mîdyatê bi sûcê “Kuştina jin û hevjînê ya bi zanetî” îdîaname hat amadekirin. Îdîanameya ku hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyatê ve hat qebûlkirin. Yekemîn daneşîna dozê dê di 22’yê kanûnê de bê dîtin.
 
Di îfadeya kiryar a di îdianameyê de hat dîtin ku qetilkirina Pakîstanê ji ber laçika xwe ji serê xwe derxistiye û ev yek wek sedema kuştinê hatiye nîşandan. Piştî bûyera ku hat jiyîn, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komara Kerboranê de hat nîşandan ku di encama otopsiya ku li Pakîstanê hat kirin de di rapora 17’ê îlonê de di laşê mexdûr de gelek birîn hene. 
 
Di berdewamiya lêpirsînê de ev tişt cih digire:
 
“Kuştina jin û hevjînê bi zanebûn... Kujerê ku di parastina xwe de behsa hisûsên ku kiriye, ne tiştên ku wî tehrîkê bike û bibe sedem ku hevjînê xwe kêr bike… Ji ber vê sedemê hat nirxandin ku di bin tahrîqa bêheq de tevnegeriyaye; Diyar dibe ku bûyer ji aliyê cih û awayê qewimînê de bûyereke ji nişka ve ye. Hejmara kêran û birînên kujer bi mebesta afirandina sûcê kuştinê ye. Di rewşa şênber de di çarçoceya xala 82/1-a ya TCK’yê de bi plankirî kuştin…Di çarçoveya xala 82/1-b ya TCK’ê de tê nirxandin ku bi hêsteke cinawirî yan jî bi îşkence kuştinê tuneye…
 
Li gorî biryara dadgeha we, gumanbar dê li gorî bendên sewqê çalakiya wî were darizandin û cezakirin…”
 
Berdewamiya girtina kiryar re biryar hat dayîn
 
Di zapta tensîpê ya dadgehê de jî ev biryar hat dayîn: “Li gorî cewherê sûcê ku ji bersûc tê sûcdarkirin, rewşa delîlên heyî, rapora lêkolîna mirinê, otopsî û lêkolîna cihê bûyerê û tevahiya dosyayê, rastiyên şênber hene ku hebûna gumaneke xurt nîşan dide Mehmet Emîn Öner bi qestî hevjîna xwe kuştiye sûc kiriye… Sûcê ku li bersûc tê kirin yek ji sûcên katalogê ye ku di xala 100’emîn a CMK'ê de cih girtiye û heta niha delîl nehatine berhevkirin… Ji ber ku sînorê jêrîn û jor ê, ji ber ku di vê qonaxê de hukmên kontrolkirina edlî feydê nake û tedbîra girtinê bi rêje ye, di bendên 100 û zêdetir ên CMK’ê de berdewamiya girtina kiryar re”
 
Tevî ku nexweşiya derûnî nîne jî rapor hat xwestin
 
Di dosyayê de xala herî girîng jî ew e ku beriya darizandina sûcdar tu daxwaz nehatiye kirin jî dadgehê ji Serwîsa Psikiyatriya Edlî ya Ewlekariya Bilind a Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn a Elezîzê rapor xwest ku rewşa derûnî ya kiryar baş e yan na.