'Ji bo ev girtinên bêhiqûqî bi dawî bibin tiştê ji destê me tê em ê bikin'

  • 15:42 8 Kanûn 2022
  • Hiqûq

 

STENBOL - Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Gurkan Îsteklî, ji bo piştevaniyê serdana GOÇÎZDER’a endam û rêveberên wê hatine girtin kir. Di serdanê de hat gotin:"Ji bo ev girtinên bêhiqûqî bi dawî bibin tiştê ji destê me tê em ê bikin."
 
Çalakiya nobetê ya ku di 11’ê hezîranê de ji bo 16 endam û rêveberên ku hevserokên Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇÎZDER) jî di nav de ji ber xebatên komeleyê yên li Stenbolê hatibûn girtin dest pê kir, berdewam dike. Vê hefteyê jî Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê piştevaniya çalakiya ku li avahiya komeleya li Şîrînevlerê pêk hat kir. Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Gurkan Îsteklî û gelek parêzer tev li serdanê bûn. Li eywana ku çalakî lê hat lidarxistin, pankarteke ku wêneyên endam û rêveberên GOÇÎZDER’ê yên hatine girtin û gotina “Ji parêzvanên mafan re azadî” li ser dinivîsî hat daliqandin. 
 
'Ji bo ev girtinên bêhiqûqî bi dawî bibin tiştê ji destê me tê em ê bikin'
 
Gurkan ê di çalakiya piştevaniyê de axivî, 17 kesên di doza GOÇÎZDER’ê de tên darizandin bi bîr xistin û da zanîn ku endama wan parêzer Pinar Konak jî di nav kesên tên darizandin de ne. Gurkan, diyar kir ku sedema ku GOÇÎZDER bûye hedef ji ber polîtîkayên penaberî û koçberiyê yên dewleta tirk e. Gurkan, ragihand ku wê danişîna ewil a doza hatiye vekirin di 13’ê kanûnê de were dîtin û got: “Em ê li wir jî bi awayekî israr dosyayê bişopînin. Ji bo ku ev girtinên bêhiqûqî bi dawî bibin tiştê ji destê me tê em ê bikin.”