Rûniştina Naşide Toprak hat taloqkirin

  • 11:48 8 Kanûn 2022
  • Hiqûq
AMED - Ji ber guhertina şandeyê rûniştina Naşîde Toprak a Hevseroka Şaredariya Farqînê ya ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, hat taloqkirin. 
 
Rûniştina doza bi iddiaya "Endamtiya rêxistinê","Propagandaya rêxistinê" li Naşîde Toprak a Hevseroka Şaredariya Farqînê ya ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, hatibû vekirin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Naşîde tevlî rûniştinê nebû. Parêzerê wê Burhan Arta li rûniştinê amade bû.
 
Di rûniştinê de hat diyarkirin rapor ji bo dadger hatiye dayin. Ji ber guhertina şandeya dadgehê rûniştin taloqî 14'ê Sibata 2023'yan bû.