Ji Rojnameger Reyhan Çapan ceza hat xwestin

  • 14:43 22 Mijdar 2022
  • Hiqûq
 
 
STENBOL - Dozger ji rojnamevan Reyhan Çapan a ku Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê bû ceza xwest. 
 
Rojnameya Ozgur Gundemê di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin. Rojnamevan Reyhan Çapan jî demek Midûra Karên Nivîsan a rojnameyê bû. Reyhan ji ber nûçeyên rojnameyê tê darizandin. Danişîna doza Çapan li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê hat lidarxistin. Reyhan tev li danişînê nebû û parêzerê wê Ozcan Kiliç amade bûn. 
 
Dozger derbarê dozê de mutalaya xwe pêşkêş kir û xwest Reyhan bê cezakirin. Parêzer Ozcan Kiliç li dijî mutalayê axivî û li dijî daxwaza cezayê derket. 
 
Heyeta dadgehê diyar kir ku wekîlê teref têkildarî dosyeyê mezaret pêşkêş kiriye û danişînê taloqî 14’a adara 2023’yan kir.